Xwecih bi xwezîpêanîn û şehwetî li bajarê mêtîngehkar dinihêre. Xewnên xwedîbûnê û hemû şêwazên xwedîbûnê xeyal dike, di maseya kolonyalîst de ji xwe re cihdîtin, xewa di nivînên mêtînger de, ger gengaz be bi hevsera kolonyalîst re pevrabûn… Mirovên mêtîngehê hesûd in. Dagirker vê yekê pir baş dizane. Gava ku kolonyalîst awirên revokî yên xwecih diqefêle bi êş di dilê xwe de dibêje: “Dixwazin dest bidin ser cih û warên me.” Ev rast e, lewre xwecihek nîn e ku qet nebe hema rojekê be jî di xewnên xwe de xwe di şûna kolonîzator de xeyal bike.
Franz Fanon
Hefteya borî li Stenbolê ez û hevalekî xwe yê kurd em hatin cem hev. Hevalê min organîzatoriya muzîkjenan dike ango bi rewşa me hunermendan dizane.
Hevpeyvîna me bi mijara Erkan Ogur dest pê kir. Pir bi hêrs bû. Li ser twitterê jî hêrsa xwe nîşandaye. Min got gelo tu vê buyerê çima evqas mezin dikî. Dev jê berde bila muzîkjen û ronakbîrên Tirk bi hev re niqaş bikin. Belê min jî ev tevger û helwesta Erkan Ogur di nav dilê xwe da nirxandibû. Tenê evqas. Çima Kurdên me li ser twitter û medyaya civakî wextên xwe bi buyerên ku ji bo berjewendiyên me ne hewce ne re derbas dikin û mêjiyên xwe asîmîle dikin.
Dev jê berde û xwe newestîne, divê em xwe ji bo rojevên xwe biwestînin.
Muzikjenên Tirkî (Ji ber ku hemî ne Tirk in,mentalîteya wan wisa ye. Armanca bikaranîna peyva ‘Tirkî’ ji bo kesên ku bi hiş û mêjîyê tirkî diafirînin e.) Min got em kurd tenê ‘türkiyelileşmiş’ dibin û em kenîyan.
Müzikjenên vî welatî qet behsa pirsgirekên me nakin. Mînak; li vî welatî her sal bi dehan festîvalên rock muzîkê li dar dixin û piranîya wan jî xwe antî-emperyalist dihesibînin, têkoşîna Zapatistayan, Fîlîstîniyan û Vietnamîyan nas dikin û piştgirîyê didinê. Lê tu caran jî komeke kurdan dawetî van festîvalan nekirine.
Were em behsa rewşên muzîkjenên me bikin. Mesela di portfoya te da çend muzîkjenên Kurd hene? Tu çima hejmara wan zêde nakî? Çima cih û qlûbên me tune ne? Birjuvayên me çima piştgirîyê nadin hunermendan û sponsoriya berhemên çandî nakin. Li stenbol û Îzmîrê xwedîyên gelek qlûban kurd in lê di cihên xwe de komên kurdan dernaxin ser dikê.
Rojeva Tirkî hişmendiya me bi rêbazeke “nerm”, bi zanebûn “dorpêç” dike. Ji xeyni vê bandorê, em jî xwe bi xwe asimîle dibin bi taybetî jî bav û dayikên ku bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin wan asimîle dikin. Xwebûna me bi lezî winda dibe. Divê em li ber xwe bidin, em bikevin pey xwebûnê. Sohbetên bi kurdî dewlemend bikin. Ne tenê li malan li derve jî bi kurdî biaxivin. Wek helbestvan Cegerxwîn jî dibêje:
‘bi pirsê xwe nazik, bi dengan sivik
ne pirsek biyanî bî nabî girik
tu paqijke zarê xwe sêrîn bike
bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike’…
Wexta ku kurdên me tên cem hev pêşî bi kurdî dest pê dikin, henekan dikin, çîrokan dibêjin lê demekê şûnde vedigerin zimanê tirkî. Gotinên entelektuel yan jî yên aborî bi kurdî bikarnayînin. Ji ber ku kurdî ji bo me bihurîye, nostaljîk e. Du jiyan hene, kurdî berê ye tirkî jî îro ye.
Rast e, xwebûna ku em behs dikin di vê dinyaya modern de xwebûneke hinek melezbûyî ye. Lê em dikarin jiyana melezbûyî bi zimanê zikmakî şîrove bikin û bixemilînin:
‘… Reşik, ê ku xwe bi estetîkeka spî ve girêdide û xebata xwe bi temaşevanên spî re pêşkêş dike, di celebeke protestoyê de ye. Reşik bawer dike ku dema ku efendî ji ‘derdên’ wî/wê haydar bibe dê ev guhertin pêk were…
Heya ku estetîka Reşikan neyê sazkirin, pêşerojek ji bo hunermendên reşik tune ye…
Divê dîrokeke nû, sembol, destan, efsaneyên nû bên avakirin… ‘
Larry Neal (tevgera black arts)
Rojeva me kurdan ya rastîn çi ye?
Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke têkoşînê hatiye qebûlkirin. Mînak; Îrlandayiyan tekoşîneke giranbuha li dijî Îngîlîzan kirin lê mixabin zimanên xwe winda kirin. Salên borî ez çûbûm Barcelonayê. Ez bi xwe şahid bûm, li gor Katalanan axaftina Îspanyolî şerm e. Li aliyê din, dema dîktatoriya Franko Îspanyolî zimanê Baskî qedexe dikin lê dîsa jî malbatên Bask perwerdehîya zimanê Baskî bi dizî didin zarokên xwe.
Divê êdî em rabin ser piyan. Rewşa me ber bi xirabiyê ve dihere.
Pergala hişdizî û xapandinê me ji rê derdixe. Mixabin me dev ji rojevên xwe berdan. Rast e hin kes israr dikin ku li ser medyaya civakî, rojevên ku di der barê çand, ziman, muzík û şanoya kurdî de ye bi zimanê zikmakî binivîsin. Fikr û ramanên xwe azad dikin. Nifşên ciwan bi taybetî jî nifşa Z’yê polîtîkayên jixweber û xwezayî ava dikin.
Li Tirkiyê bîst milyon kurd dijîn. Serjimareke pir mezin e û şêwekirina jiyanê-yelpazeya îdeolojîk- pir freh e. Ango mesela rêxistinên siyasî û çandî ne mimkun e ku bandorê li hemî kurdan bike. Ên ku dixwazin fikr û ramanên xwe belav bikin nikarin hemî gelê kurd di rêya xwe de bimeşînin. Divê pop muzîk, magazîn, mode û trendên me jî hebin. Ger em van qad û waran vala bihêlin, ciwanên me îcar dê herin malperên tirkî bişopînin.
Xwendevanên hêja ez nivîsa xwe bi helbesta Berken Bereh bi dawî bikim:
Berhev Bike Çi Mabe Ji Me Re
ji wî xweşreqasê dîrokê
çi maye ji me re
berhev bike bi sebr û aram
li vê spêdeya dimilmile li bircan
hê berdewam e tarîya mêrkuj
beytak nalûsin
çirav naşirşirin
û zarok nabişirin
li helbesta me
berhev bike çi ber te bikeve
çi hebe hatî binaxkirin
nehêle ti tişt
bê jibîrkirin
çeqçeqû maye lew
ji wî aşê kevnare.